Pentagon: Îdîaya “Wall Street Journal” a ku dibêjê wê Emerîka 14 hezar leşkeran bişîne Rojhilata Navîn ne rast e

Rojnameya Wall Street Journal di nûçeyeke xwe de îdîa kir ku rêveberiya Trump li dijî Îranê wê li Rojhilata Navîn hêjmara leşkerên xwe zêde bike.
Lê belê Pentagonê ev îdîa red kir.

Rojnameya Will Stert Journal diyar kir ku, Serokê Emerîkayê Donald Trump amadekarî dike û 14 hezar leşkerên din li yekîneyên xwe yên Rojhilata Navîn zêde bike.

Bi vî rengî, tenê ji meha Gulanê û vir ve, hêjmara leşkerên ku Emerîka şandine herêmê wê 28 hezaran bibihure.

Li gorî îdîaya rojnameyê, Pentagonê plan dike ku 12 keşteyên şer jî bişîne herêmê.

Vê yekê jî dispêre, rêgirtina li pêşiya Îranê.

Lê belê Berdevka Pentagonê Elissa Fereh li ser hesabê xwe yê twetterê teqez kir ku “Îdîayên rojnameya navborî şaş e û planeke bi vî rengî ya Emerîka nîne.”

Mark Esper: Wê 600 leşkerên Emerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûrî bimînin

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper diyar kir, vekişîna hêzên wan ji Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dawî bûye û niha 600 leşkerên wan mane.

Li gorî Reutersê Esper gotiye “Dibe ku hinek hevalbend bixwazin leşkeran bişînin.”

 

Leave a Reply

Back to top button