Komxebata têzên azadiyê bi encamnameyekê bi dawî bû

Bi diruşma ‘Bi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê ve’ komxebatek li kantona Tebqayê hat lidarxistin.
Komxebata tezên azadiyê ku Akademiya Jineolojiya û Akademiya Zanistanên Civakî pê rabûn bi encamnameyekî bi dawî bû.
Di encam nameyê de hate destîşankirin ku di çarçoveya tezên azadiyê de bi rêka hevpeyaman civakî fikrê Rêber Apo bigîhînin hemû jin û civakê

Bi diruşma ‘Bi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê ve’ Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistanên Civakî li Tebqayê komxebatek li dar xist.

Bi dehan jinên kantona Tebqayê, komîteyên wê û tevgerên jinan beşdarê komxebatê bûn.

Komxebat li Akademiya Şehîd Adar Harûn a Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar ket.

Di serî de mijarên komxebatyê hatin nîqaşkirin.

Piştre sînevîzyonek li ser rola jinan di civakê de û çawa jinan xwe bi rêya fikrên Rêber Apo tezên wî îsbat kirin, hat pêşandan.

Komxebat bi encamnameyekî bi dawî bû.

Biryarên komxebatê di çarçoveya tezên Rêber Apo de hate girtin û hin xalên sereke yên encamnameyê wiha ne:

  • Li ser tezê Rêber Apo yê der barê dîroka jinê de me dît ku rêbazê destgirtina dîrokê divê were sererastkirin.

Ev dîrok zindî ye lê ber bi tûnebûnê we diçe. Weke jinên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dikin ev dibe erkê me.

Hem ronîkirina dîroka koletiya jinê hem jî nivisandina dîroka azadiya jinê.

  • Li ser tezê Rêber Apo yê li zayendperestî me dît ku Rêber Apo vê mijarê bi dîrokî, civakî dike.

Hem jî rêbazên azadbûna ji zayendperestî dide xuyakirin. Ev jî têkoşinek û rêxistinekê dixwaze.

  • Rêber Apo ji bo malbatê pêşniyarê malbata demokratîk dike.

Divê em têkiliyên malbatê nirxê azadiya jinê, parastina mafên zarokan berçav bigirin.

  • Hevjiyana azad qasî ku azadiya jinê re girêdayî ye bi azadiyê mêr re jî girêdayî ye.

Divê mêr jî mijara azadiyê bigire rojeva xwe.

  • Di çarçoveya tezên azadiyê de bi rêka hevpeyaman civakî fikrê Rêber Apo bigîhînin hemû jin û civakê.

Em bidin nîşan ku fikrên wî li kû derê bin Rêber Apo li wê derê ye.

Back to top button