Rojnameya Brîtanî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîlayan piştrast kir

Rojnameya Mornîng Star ya Birîtanî bi belgeyan bikaranîna artêşa Tirk ji çekên kîmyawî dijî gerîla piştrast kir.
Di Rojnameyê de tê diyar kirin derbarê mijarê têkilî bi NATO, NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî re danîne lê ti bersivek negirtine.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê jî bi biryardarî dijî êrîşên dagirkeriyaTirkiyê ku ji 23’ê nîsanê ve dest pêkiriye, dewam dike.

Artêşa Tirk ku li hemberî berxwdana gerîlayên azadiya Kurdistanê nikare xwe ragire, serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide, ku bikaranîan çekên kîyawî jî yek jê ye.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan di 15’ê Gulanê de ragihand ku dewleta Tirk a ku êrişî Qadên Parastinê yên Medyayê dike û nikare li hemberî berxwedana gerîla li ber xwe bide, çekên kîmyewî bikartîne.

Rojnameya berîtanî Mornîng Star , derbarê bikaranîna artêşa Tirk ji çeka kîmyawî ya dijî gerîlayan de nûçeyek weşand.

Di nûçeya rojnameyê de, hate diyarkirn ku artêşa Tirk di 3’yê gulanê de li herêma Avaşînê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar aniye.

Rojnameyê hin dîmenên taybet ku piştrast dike dewleta tirk çekên kîmyawî bi kar aniye weşandin.

Di dîmenên cenazeyên şervanên HPG’ê yên ku bi erdê ve hatine kaşkirin de, tu birîn xuya nakin.

Berdevkê KCK’ê Zagros Hîwa ji rojnameyê re axivî û li ser dîmenan ev şîrove kir:

“Me dît ku di canê şehîdan de, tu birîn tune ne. Ev jî dide nîşandan ku hêzên Tirk di êrişan de çekên kîmyewî bi kar anîne.”

Rojnameyê tekez kir ku der barê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyawî dijî gerliayn HPG’ê, wan têkilî bi NATO, NY, û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî OPCW re kirine ji bo ku li ser vê miajrê şîrove bidin, lê tu alî bersiv neda.

Back to top button