Baroya Amedê êrîşa nijadperestî ya li Mêrsînê ku dijî malbateke ji Başûrê Kurdistanê pêk hat şermezar kir.
Baroya Amedê derbarê êrîşa 14’ê nîsanê a li dijî malbata Muştaq Mehmûd Kerem rapora xwe eşkere kir.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku Endamên Desteya Rêveber a Baroya Amedê, rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê, Şaxa OHD’ê ya li Mêrsînê, Şaxa Mazlûm-Der’ê ya Edeneyê û parêzeran li qada bûyerê lêkolîn kirine.
Nahît Eren got dema wan biryar dane biçin Mêrsînê birayê Kerem ê li Hewlêrê têkilî bi wan re daniye û piştgiriya hiqûqî dane destpêkirin.
Eren destnîşan kir ku gotinên nîjadperestî û êrîşa fizîkî li mexdûrên êrîşê hatiye kirin, ji ber ku malbat Kurd in û ji Başûrê Kurdistanê ne.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bang li Tirkiye kir li gorî berpirsyariyên xwe yên neteweyî tevbigere û saziyên darizandinê li gor vî tiştî tevbigerin.