ÎHD: Divê dewlet hemû arşîvên kesên hatine windakirin veke

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a li Amedê xwest ku dewlet hemû arşîva li ser kesên hatine windakirin û kujerên wan ne diyar veke.

Komîsyona Windayan a Şaxê komeleyê li Amedê bi boneya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Ji Bo Kesên Di Nezaretê De Hatine Windakirin a Navneteweyî daxuyanî da.

Endamê Komîsyona Windayan Firat Akdenîz bal kişand ser windakirinên bi darê zorê û kuştinên ku kujerê wan ne diyar e.

Firat Akdenîz diyar kir ku li gorî daneyên Navenda Bîrê û ÎHD’ê li Tirkiyê di navbera salên 1980-2001’an de 1388 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine revandin û windakirin.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê û Rûbirûbûna Rabirdûyê’ were avakirin.

Beriya her tiştî divê aqûbeta kesên winda were zelalkirin.

Ji bo kujerên cînayetên kiryarê wan ne diyar dewlet arşîvên xwe veke.

Gorên komî li gorî çarçoveya Protokola Mînnesotayê were vekirin û kujer werin darizandin.

Ji bo ku dem ji ser dosyeyan neçe divê darizandinên xurt were kirin.

Back to top button