Rêjîma Îranê ciwanekî ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve kir

Rêjîma Îranê ciwanekî ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve kir.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kuridstanê ciwanê bi navê Cemal Mihemedî yê ji Îlamê 16’ê gulanê li girtîgeha navendî ya Îranê hate darvekirin.

Hate ragihandin ku Mihemedî beriya du salan ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve ji kuştina fermandarekî Muhafizên Şoreşê hatibû ceza kirin û biryara darvekirinê lê hatibû birîn.

Îran li cîhanê piştî Çînê duyemîn welat e ku herî zêde darvekirinê dike.

Li gorî Rêxistina Efûyê li Îranê di sala 2020’î de 251 kes hatin darvekirin.

Tê texmînkirin ku bîlançoya rastî ya li Îranê gelekî girantir e.

Li gorî çavkaniyên muxalîf ji sedî 70 ê darvekirinan bi rengekî veşartî tê kirin.

Çavkaniyên muxalîf dibêjin ku sala 2020’î herî kêm 270 kes hatine darvekirin.

Ji destpêka sala 2021’ê ve derdora 100 kes hatin darvekirin.

Back to top button