Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ diyar kir ku yên bi dijmin re dixebitin û sîxuriyê dikin ne ji bawerî û civaka wan e.
TAJÊ têkildarî “Operasyona Tolhildanê” ya YBŞ’ê a li dijî sîxurên MÎT’ê û PDK’ê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di vê operasyonê de sîxurên MÎT’ê û PDK’ê hatine girtin.
Ev kesane destê wan di gelek êrişên li ser pêşengên civaka me, hevrêyên me, şervanên me, dostên me û sazî û avahiyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê de heye.
Weke TAJÊ em spasiya hêzên YBŞ’ê dikin ku bi şev û roj di xizmeta civaka me de ne û parastina ewlehiya Şengalê dikin.
Me her tim ciwanên Êzidî hişyar kiriye ku neyên xapandin.
Yên xayintî û sîxurtiyê dikin, ne ji bawerî û civaka me ne.
Di dawiyê de TAJÊ bang li jin û dayîkên Şengalê kirin ku li zarokên xwe baldar bin û nehêlin dijmin bi wan bilîze.
Û ji bo têkbirna van pîlanan, bi YBŞ’ê re bibin alîkar.