Bi armanca pêkanîna xwetêrkirinê ji berhemên kargehan, Komîteya Aboriya Civakî li gundewarê rojavayê kantona Dêra Zorê 3 kargeh vekirin, bi wê re xebat ji 44 karkeran re peyda kir.
Komîteyê li herêma rojavayê kantona Dêra Zorê 3 kargeh vekirin; kargeha dermanên paqijiyê, kargeha tûrên naylon, kargeha jinûve bikaranîna plastîk.
Li gorî hevseroka Komîteya Aboriya Civakî Meryem El Himêdî, behsa kargehan kir û ev tişt got:
“Kargeha dermanên paqijiyê rojane hezar kartonên curbecur ji tevahî cureyên paqijiyê berhem dide û li sûkan tê firotin.
Kargeha tûran jî rojane 500 kîlo berhem dide û tê de 12 karker bi 2 dewam dixebitin.
Kargeha jinûve bikaranîna blastîkê jî, blastîkên hatine bikaranîn dihelîne da ku ji nû ve bi kar bîne û sûdê jê wergirin.
Kargeh rojane ji 500 heta 700 kîlo berhem dide û tê de 20 karker dixebitin.”
Gerînendeyê pîşeyî ya kargeha jinûve bikaranîna blastîkê Elî El Hesen anî ziman ku armanca wan rêjeya bêkariya li herêmê kêm bikin.