Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî tevî şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk serdana Mala Êzidiyan a li kantona Cizîrê kir û diyar kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî astengî rakirin û di nava pêkhateyan de bawerî çand.
Endamên Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan û rûspiyên êzidî şande pêşwaz kir.
Derbarê mijarê de Şêx Murşid El Xeznewî di serdanê de axivî û got:
“Civaka êzidî di 74 komkujiyan re derbas bû, lê ruxmî wê teslîm nebûn û serî ji hewldanên têkbirin û bidawîkirina civata êzidî re netewandin.
Civata êzidî ji plan û hewldanên wan bi hêztir e, cesareta xwe û girêdana bi xaka xwe ve îsbat kir.”
Her wiha endamê rêveber ê Mala Êzidî Farûq Tozo jî têkildarê mijarê de wiha got:
“Em bi hêvî ne aştî û ewlehî li tevahî cîhanê belav be.
Çanda kolektîf, biratî, lêborîn û hezkirinê di nava tevahî pêkhate, etnîk, mezheb û olan de belav be.”
Di dawiyê de Endamê meclisê Îlyas Seydo diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî astengiyên li pêşberî pêkhate û olan rakirin.