Hesen Cûdî: Heta Rêber Apo azad nebe wê Kurd azad nebin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo Nivîskar Hesen Cûdî û siyasetmedarên ji Dêrazorê Ehmed El-Salîbî û Semîr Ebdulhemîd bertek nîşan dan.
Di axaftinên wan de hat gotin:
” Kurd û ereban tev azadiya xwe di fikrê Rêber Apo de dîtine û divê tecrîda li ser were rakirin.” 

Xwedîderketina li Rêber Apo û fikrê wî li her deverê her diçe zêde dibe.

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî ji ajansa Firatê re bal li ser têkoşîna Rêber Apo û bandora fikrê wî li tevahî gelan.

Hesen Cûdî anî ziman ku Ocalan di têkoşîna 50 salî de gelê Kurd ji mirinê rakir û ji tinebûnê rizgar kir.

Cûdî balkişand li ser tecrîd û rewşa tendûristiya Rêber Apo teqez kir ku armanca sereke ya gelê kurd azadiya fîzîkî ya Ocalan e.

Hesen Cûdî bang li hemû kurdên li her çar aliyên kurdistanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilintir bikin.

Siyasetmedarên Dêrazorê: Gelên li herêmê azadiya xwe di firkê Rêber Apo de dibînin

Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Ehmed El-Salîbî jî tecrîda li ser Rêber apo şermezar kir.

Ehmed El-Salîbî got.

“Careseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn di fikir û paradîgma Rêber Ocalan de ye.”

Endamê Meclisa Qanûnsaz a rojavayê Dêrazorê Semîr Ebdulhemîd jî destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li ser Rêber Apo red dikin û weke sûcekî li dijî mafên mirovan bi nav dikin.

Semîr Ebdulhemîd bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên Tirkiyê derheqê Rêber Apo de derkevin.

Back to top button