Koordînasyona Jinan a Tebqayê êrişa li dijî her dû xwîşkan şermezar kir

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê, sûcê hovane yê li dijî herdu xwişkan li gundewarê Reqayê şermezar kir û soza bilindkirina têkoşînê ji bo parastina jinên di bin desthilata hişmendiya baviksalariyê de, nû kir.

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê derbarê wî sûcê hovane daxuyanî da û ji aliyê endama Koordînasyona Jinan a Tebqayê Wela El Nacî ve hat xwendin.

D i daxuyaniyê de wiha hat gortin:

“Mixabin sûcên li dijî jinan ên bi bihaneya şerefê hîn didomin.

Ya herî xerab ew e ku civak şerefê tenê di jinan de dibînin û ev jî berê mirov dide serdemên berê ku jin di bin hişmendiya baviksalariyê de tên qirkirin.

Ev sûca hovane ya li dijî herdu xwişkan berdewama rêzesûcên li dijî jinan in.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev sûcên li dijî her du jinan dide nîşandan ku pêdiviya xwe bi guhartina zihniyeta civakê heye.

Kordînasyona jinan di dawiya daxuyaniyê de li dijî sûcên li hember jinan tê kirin soza bilindkirina asta têkoşînê da.

Back to top button