Li Swêdê hikumeta nû

Li Swêdê amadekariyên bû avakirina hikumeta demkî bidawî bû.
Partiya Muhavezekaran ku serokatiya wê Ulf Kristersson dike ragihand ku têkildarî avakirina hikumeta nû bi partiyên din re li hev kirine.

Li Swêdê piştî hilbijartinên bêtirî mehekê hikumeta nû tê avakirin.

Serokê Partiya Muhavezekaran Ulf Kristersson, di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de diyar kir ku ew ê ji bloka rastgir bi Partiya Lîberal û Partiya Demokrat a Xiristiyanan re koalîsyoneke sê alî ava bikin.

Û Partiya Demokratên Swêdê ya rastgira tund jî dê ji derve piştgiriyê bide hikûmetê.

Muhafezekaran li ser hikumetê lihev kirin

Kristersson bal kişand ku ew difikire wan ji bo Swêdê peymana herî baş çêkiriye û wiha got:

“Pirsgirêkên ciddî yên Swêdê hene.

Zêdebûna pevçûnên tund ên çeteyên narkotîkê, koçberî, enerjî, demên dirêj ên tenduristiyê, dibistanên neqanûnî, fikarên li ser aboriyê.

Ji ber van pirsgirêkan me biryar da ku di zûtirîn dem de hikûmetê ava bikin.”

Tê payîn ku Kristersson di 17’ê Cotmehê de hikûmeta nû ya hatiye avakirin pêşkêşî meclîsê bike û dengê pêbaweriyê bigire.

Li gorî encamên hilbijartinên giştî yên 11’ê Îlonê, partiyên rastgir ji sedî 49,6, hikûmeta hindikayiyan û partiyên çep ên desthilatdar jî ji sedî 48,9 bi dest xistin.

Li gorî vê yekê re ji 349 kursiyan partiyên rastgir 176 û partiyên çep jî 173 kursî kursiyan wergirtin.

Balkêş bû ku Partiya Demokratên Swêdê (SD) ya rastgirê tund di hilbijartinan de dengên xwe ji sedî 20,5 zêde kir û bû partiya duyemîn a welêt.

Back to top button