Ji bo pereyan ji navçeya Şêrewa 7 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagiker bênavber didomin. Dagirkeran herî dawî ji navçeya Şêrewa 7 sivîl revandin.

Malpera Afrinpost ragihand ku di nav vê hefteya borî de li gundê Birc Ebdelo yê Şêrewa çeteyan 7 sivîl revandin.

Çeteyan bi armanca standina pereyan şêniyên bi navê Sadiq Osman, Adil Hesen, Nîhad Hemîd Keleho, Hazim Hemîd Keleho, Îmad Hemîd Keleho, Mihemed Kemal û Ehmed Sîdo revandin.

Li gorî Malperê, çeteyan piştî satndina nêzî 8 hezar dolar ji her sivîlekî, ew berdan.

Li navçeya Raco piştî standina pereyan sê sivîl temen mezin hatin berdan

Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî jî diyar kir ku çeteyan piştî standina hezar û 500 Lêreyên Tirkî ji her sivîlekî, sê sivîl ji gundê Bedîna yê navçeya Raco berdan.

Çeteyan beriya nêzî mehekê bi tewanên ne rast şêniyên bi navê Xelîl Sîdo yê 60 salî, Rîfaî Elî Horo yê 50 salî û Ebdîn Şêxmûs ê 52 salî revadin bûn.

Back to top button