Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir

“Rêya ku we hilbijartiye wê we ber bi tehlukeyê ve bibe, vegerin û bibin yek.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ev bang li PDK’ê kir û diyar kir ku divê li hember xiyanetê her kes bibe yek û li pişta hêzên xwe bin.

Meclisê bi tundî êrişa çekdarên Zêrevanî yên PDK’ê li dijî Hêzên Parastina Gel HPG’ê yên li Parêzgeha Amediyê şermezar kir û got:

“PDK`ê ev ne cara yekê ye ji bo berjewendiyên xwe xiyanetê li gelê xwe dike, piştgiriya dijminên gelê Kurd dike û rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker vedike da ku bigihêje Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Em vê xiyaneta PDK`ê ji bîr nakin. Em nahêlin ew ji vê bêtir xiyanetê bike.

Gelê herêmê dê bi hêzên xwe re hevgirtî be ji bo ku rê li pêşiya xiyanetê bigire.”

Meclisê di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku dev ji siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gel û gerîla berde.

HPG: PDK’ê kemîn danî, 2 gerîla birîndar bûn

Back to top button