PYNK: Di demeke kin de em ê bigihêjin lihevkirineke giştî

Li ser vê bangewaziya fermandarê giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî, îro PYNK ji bo temamkirina danûstandinên di navbera wan û ENKS’ê de, daxuyaniyek da.

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) ragihand ku diyalogên stratejîk ên bi ENKS’ê re berdewam in û wê bigihêjin lihevkirineke giştî ku di encamê de lêvegereke Kurdî ya bilind û giştî çêbibe.

PYNK got:

Wê serkeftina diyalogan roleke girîng ji bo xurtkirina ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilîze û bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê bi giştî.

PYNK’ê di dawî de bang li hemû hêzên Kurdî û neteweyî kir ji bo piştgiriya diyalogan hewldanan bikin.

Back to top button