Bertekên li dijî şehîdxistina Zelal Zagros dewam in.
Ji bo şehîd Zelal Zagros li Minbicê merasîmek hate lidarxistin û teqezî bi domandina rêya Şehîd Zelal û hemû şehîdan kirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo şehîd Zelal Zagros merasîmek lidar xist.
Merasîm li hola Meclisa Rûspiyan a Minbicê bi beşdariya şêniyên Minbicê û gundewarên wê pêk hat.
Di merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Huda El Ebdullah axivî û got:
“Şehîd Zelal, rêvebereke bêhempa û mînaka lehengiyê û fedakariyê bû.
Jiyana xwe di oxira parastina welatê xwe û jinan de feda kir, piştî têkoşîna 31 salî giha asta şehadetê.”
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo jî wiha anî ziman:
“Şehîd Zelal xwedî rihê berpirsyariyê bû, wefadar û dilsoz bû.
Rolek mezin di avakirina meclisên sivîl li Minbicê û gelek deverên de kir.
Sîham destnîşan kir ku şehîd Zelal nêzî her kesî bû û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Em soz didin ku li ser rêya şehîd Zelal û hemû şehîdên vê dozê bimeşin û tola wan hilînin.”
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Rûspiyên Minbicê Sadiq El Esîdî jî ev yek anî ziman:
“Armancgirtina pêşengên me tu carî me lawaz nake, lê belê me bi hêztir û xurtir dike.
Em ê heta bidawîkirina vê zihneyetê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.”