Rewşenbîr û hunermendên Qamişlo li êrîşên dewleta Tirk rabûn

Çalakî û nerazîbûnên li Rojavayê Kurdistanê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê ên li ser başûr zêde dibin.
Rewşenbîr û hunermendên kurd, Malbatên şehîdên ‎berxwedana Heftenînê û ​​​​​​​Yekitiya Êzidiyan a Efrînê êrişêndewleta Tirk şermezar kirin û bang PDK’ê kirin ku hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bi dawî bike.

Bertekên gelê Kurd ên li hemberî êrişên dagirkirina Başûrê ‎Kurdistanê zêde dibin.

Rewşenbîr û hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş û destwerdanên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê gavan bavêjin.

Malbatên Şehîdên berxwedana Heftenînê: Li berxwedana gerîla xwedî derkevin

Malbatên şehîdên ‎berxwedana Heftenînê jî nerazîbûn li hember êrişan dan.

Malbatan hişyarî da ku bi lîstokên ‎dijmin neyên xapandin û gotin, êriş ne tenê li ser gerîla ye, di ‎heman demê de li ser tevahî Kurdistanê ye û banga ‎xwedîderketina li berxwedana gerîla kirin.

Yekîtiya Êzidiyan: Metirsî heye ku Başûrê Kurdistanê bibe Efrîna duyem

​​​​​​​Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi daxuyaniyekê behsa destkdayîna PDK’ê ji dagirkeriya Tirk re kir û got:

Careke din dîmenên xiyanetê li qadên Kurdistanê bi rêya têkiliyên PDK’ê bi dewleta Tirk re ji bo dagirkirina Kurdistanê, dubare dibin.

Dîroka wan, derbarê nirxên gelên Şengal, Efrîn û Serêkaniyê zelal e.

Yekitiyê diyar kir ku baweriya wan bi PDK’ê nemaye, ew derbarê hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê de bi fikar in, her wiha hişyarî da ku Başûrê Kurdistanê nebe Efrîna 2’emîn.

Back to top button