Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 5 şehîdên HPG’ê re xwestin

Şêniyên Dêrikê îro berê xwe dan Navenda Ciwanan û merasîma sersaxiyê ji 5 şehîdên HPG’ê ku li başûrê Kurdistanê di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bûn, li darxistin.
Her wiha şêniyên kantona Kobanê jî sersaxî ji malbata şehîd Sarya Çiya re xwestin.

Îro şêniyên Dêrikê li Navenda Ciwanan merasîma sersaxiyê ji 5 şehîdên Hêzên Parastina Gel HPG’ê li darxsitin.

Şervanên HPG’ê Sarya Çiya, Diyene Mariya, Amara Cûdî, Rûbar Merûfî û Jîn Yilmaz li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de di 8’ê Gulanê de şehîd bûn.

Di merasîmê de dayika şehîd Hevrîn Xelef û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û sersaxî da malbatên her 5 şehîdan û tevlêbûna malbatan ji Meclisa Malbatên Şehîdan re pîroz kir.

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê şaxê Girkê Legê Diyar Hesen axivî û piştrast kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê siyasetên mêtingeriyê dimeşîne.

Endama rêveber a Kongreya Star Zelfe Bedo destnîşan kir ku dewleta Tirk çekên NATO’yê di êrişên xwe de bi kar tîne û li ber çavên cîhanê Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên qedexekirî êrîş dike.

Apê şehîd Diyene Mariya, Ridwan Omer axivî û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî dewletên mêtinger, di sêrî de dewleta Tirk, bibin yek.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata gerîla Sarya Çiya re xwest

Li Kobanê jî merasîmê sersaxiyê hebûn.

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Sarya Mehmûd bi nasnav Sarya Çiya ku li Avaşînê di berxwedana li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, xwestin.

Di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star hate kirin.

Kesên axivîn destnîşan kirin ku dijminan axa Kurdistanê bi rêya lihevkirinan parçe kir lê ruxmî wê jî ji bo gelê Kurd Kurdistan yek e.

Back to top button