
Hevserokê DesteyaTenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên derziyên Coronayê li xwe xistin ti nîşaneyên vîrûsê li ser wan derneketiye.
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku heta niha tu nîşane li ser kesên ku hatine derzîkirin derneketine û got,
”Di 24 saetên dawî de ez jî derzî bûm û ti nîşane li ser min derneketin”.
Ciwan diyar kir ku destpêkê derzî li Kadroyên Tendirustiyê tên xistin û da zanîn ji ber ku ew zêde bi pêketinê re rû bi rû dimînin.
Her wiha da zanîn ku li cîhanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corona ketiye bin kontrolê de û wiha domand,
“Ji bo em rê li pêşiya Corona bigrin divê her kes were derzî kirin bi taybet kadroyên tendirustiyê ”
Ciwan Mistefa anî ziman ku heta niha 23 hezar derziyên Corona gihaştine herêmê.