Çalakiyên grevên birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt

Berxwedana girtiyên li zîndanên dewleta Tirk a li dijî tecrîda li ser Rêber Apo 200 roj li pey xwe hişt.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê bang li gel kirin ku ku li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin û xwedî li berxwedana zîndanan derkevin.
Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê jî banga bidawîbûna polîtîkaya tecrîdê kir.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, bi armanca azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 200’î de ji aliyê koma 40’emîn ve dewam dike.

Li gel vê, çalakiya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî di roja 179’an de didome.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 163 roj li pey xwe hişt.

Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî Denîz Kaya daxuyaniyek da û got:

Rêber Apo di serî de em gel û tevger têkoşîna parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiyê li ser xeteke fedaî dimeşînin.

Berxwedana gerîla ya ku bi serfiraziyê Garê bû lûtke, îro jî li ser xeta Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran li dijmin dixe.

Di heman demê de hêviya serfirazî, biryardarî û bawerî ji nû ve ava kiriye, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, hatiye asta ku azadiya gelê me pêk were.

Denîz Kaya diyar kir ku roj ne roja xiyanetê ye, divê pêşî li xiyanetê bê girtin û wiha bi dawî kir;

Roj roja yekgirtina li dora wan kesên ku welatê xwe bi fedakarî li dijî dijmin diparêzin.

Xizmên girtiyan: Divê sedema grevan baş bê fêmkirin

Xizmên girtiyan û parêzvanên maf jî bang li raya giştî, wezareta dadê û dozgeran kirin ku der barê grevan de zêdetir berpirsyariyê bigirin û wiha anîn ziman:

Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne, rakirina tecrîda li ser Rêber APO û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan e.

Ev daxwazên mirovî ne, lê mixabin desthilatdarî çavê xwe digire.

Em bang li wezareta dadê û raya giştî dikin ku xwedî li grevan derkevin.

Tuhay-Der: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn

Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) jî ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê daxuyaniyek da.

Çalakî li kolana hunerê pêk hat û Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç, hevserokên HDP, DBP jî di nav de gelek kes tevlî bûn.

Hevserokê TUHAY-DER’ê Umît Çapan daxuyanî da û got:

“Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan bê anîn û daxwazên qanûnî û hiqûqî yên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn.”

Back to top button