Li Idlibê Ji ber topbarana hêzên hikûmeta Şamê û Çeteyan 3 kes birîndar bûn

Li Idlibê şer gûr dibe, hêzên hikûmeta şamê deverên çeteyên Tirk yên li Cebel Zawiyê topbaran kir, di encam de sê kes birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, vê sibehê hêzên hikûmeta Şamê bi mûşekan deverên Mri’yan , Şenan, Bara, Fitêra, Sifûhin, Filêfil û Kinsefra yên Idlibê, bombebaran kirin.

Li gorî çavdêriya Sûrî, ji ber topbarana hêzên hikûmetê, 3 kes ji malbatekê li gundê Mri’yan birîndar bûn.

Di heman çarçoveyê de, çeteyên dewleta Tirk jî, cihên hikûmetê ên li Seraqibê ya Idlibê topbaran kir.

Çavdêriyê diyarkir ku, ji ber topbarana dijwar û rojane li ser çiyayê Zawiyê, vê hefteyê zêdeyî 350 malbat koçber bûn e.

Back to top button