Ji navçeya Bilbilê sivîlekî 35 salî hat revandin

Di serî de li Efrînê û herêmên dagirkirî, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber didomin.
Dagirkeran li Efrînê sivîlek û li Girê Spî jî du sivîl revandin.

Malpera Afrinpost ragihand ku bi bihaneyên ne rast, çeteyan şêniyê bi navê Ehmed Ibrahîn Xelîl ê 35 salî yê ji gundê Xelîlaka yê Bilbilê revand.

Dagirkeran ji gundê Hemam Turkman ê Girê Spî 2 kes revandin

Li herêma Girê Spî yê dagirkirî jî, duh dewriyeyeke dagirkeriya Tirk bi ser bajarokê Hemam Turkmen de girt û du sivîl revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, şêniyê bi navê Xelîl Ibrahîm El-Silêman yê ji êla El-Turkman û jina bi navê Xewle Yasîn El-Mele ya ji êla El-Qerqer a Turkman hatin revandin.

Heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Navenda belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê eşkere kir ku ji destpêka Hizêranê ve, 30 sivîl li herêmên ku hatine dagirkirin hatin revandin.

Hat gotin tenê li Efrînê, dagirkeran 27 sivîl revandin.

Back to top button