Xesan Selame: Li gorî belgeyan, hin dewlet çekan ji aliyên şer ên li Lîbyayê re dişînin

Nûnerê Taybet yê Netewyên Yekbûyî ji bo Lîbyayê, Xesan Selame, ragihand ku hin dewletên di Kongreya Berlînê de amade bûn, çekan ji aliyên şer ên li Lîbyayê re dişînin.

Têkildarî rewşa Lîbyayê, îro Nûnerê Taybet yê “NY” ji bo Lîbyayê, Xesan Selame, kongreyeke çapemaniyê li dar xist.

Xesan Selame eşkere kir ku belge li gel wî hene ku hin dewletên ku tevlî Kongreya Berlînê bûn, piştgirya aliyên şer yên li Lîbyayê dikin û çekan ji wan re dişînin.

Selame destnîşan kir ku heya agirbesta heyî veguhere rawestaina şer bi temamî, divê aliyên şer yên li Lîbyayê pabendiyên xwe pêk bînin.

Her wiha li ser diyalogên ku di 26 sibatê de li Cinêvê pêk werin, Nûnerê Taybet yê “NY” ji bo Lîbyayê, Xesan Selame, got:

Em Hêvî dikin ku kesayetên ji herdu aliyan hatine vexwendin, di diyalogan de amade bibin.

Back to top button