Encamnameya 16. konferansa Kurd a navnetewî hat eşkerekirin

Encamnameya 16. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlementoya Ewropayê hatî lidarxistin, hate eşkerekirin. Di encamnameyê de daxwaziya parastina gelê kurd hate kirin.

Encamnameya 16. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 5-6’ê Sibatê bi sernavê ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ pêk hat, hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku der barê têkiliyên Tirkiyê re û têkildarî gelemperiya Rojhilata Navîn de pêwîstî bi gotineke nû heye û wiha hat gotin:

Kurd li vir di warê aramî, pêkhatina aştî, di mijara demokrasî, ekolojî û wekheviya zayendî de faktoreke bi bandor in.

Di encamnameyê de ev bang li dewletên endamên YE, saziyên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin:

-Divê dagirkeriya Tirkiye ya li Bakurê Sûriye/Rojava weke binpêkirine hiqûqa navneteweyî bê dîtin.

Divê polîtîkayên paqijiya etnîkî ya li herêmên hatine dagirkirin bên mehkûmkirin û banga lezgîn bê kirin ku yekîneyên Tirk vegerin.

-Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo di rêya çareseriya siyasî ya şerê Sûriyê de weke qonaxeke girîng bê dîtin.

– Divê nûnerên Kurd ji bo siberoja Sûriyê tevlî Komîsyona reşnivîsa Destûra Bingehîn bikin.

-Divê bi biryardarî bang li Tirkiyê bê kirin ku êrîşên xwe yên esmanî û dagirkeriyê yên li herêmên Kurdistana Iraqê bi dawî bike, ji ber ku ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

-Rêdayîna şantajên Tirkiye ya ku krîza koçberan û gefa cîhatî ya Tirkiyê, wisa neke ku bibe qurbanê nirxên demokratîk ên YE’yê.

-Ji bo Tirkiye neçar bike ku têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî be, tedbîrên dîplomasî, siyasî û hiqûqî bê kirin.

Ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi rêyên siyasî zorê bide dewleta Tirk divê wî demildest berde û ji nûve dest bi diyalogê bikin.

-Di mijara PKK ne rêxistineke ya terorê ye, parçeyek ji şerê bi çek e li ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa û Dadgeha Bilind a Belçîkayê hemû sînordariyên li ser ferdên Kurd û partiyan divê bê rakirin û sûdê bide çareseriyê.”

Back to top button