Şêrzad Semed: DAIŞ’iyên girtî ji bo cîhanê tevî metirsî ne

Têkildarê êrişa dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê û metirsiya wan, Şêrzad Semed çavdêr û pisporê Karûbarên Leşkerî, axivî.
Semed dibêje:
“Ev DAÎŞ’iyên girtî bombeke demkî ne û ji bo hemû cîhanê tevî metirsî ne.”

Şêrzad Semed îşaret bi belgeyên hevalbendiya Tirkiyê û DAÎŞ’ê re kir û got:

“Hemû belge nîşan didin ku Tirkiye piştewanê DAÎŞ’ê ye.

Di medyayên cîhanê de eşkere bû ku Tirkiye bi rêya bazirganiya bi DAÎŞ’ê re aboriya xwe geş dike.”

Semed behsa armanca êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û ragihand; “Ev êriş komployeke mezin ji bo zindîkirina DAÎŞ’ê bû.”

Der barê xemsariya civaka navnetewî ya di vî alî de jî Şêrzad Semed dibêje:

“Divê civaka navnetewî çareseriyeke bingehî ji bo pirsgirêka DAÎŞ’iyên girtî peyda bike, ji ber ew niha mîna bombeyekî demkî ne û kengî be dibe ku biteqe.”

Back to top button