Serokwezîrê Iraqê: Pêwîstiya Komkara Erebî bi stratejîyeke nû heye

Serokwezîrê Iraqê bang li Komkara Erebî kir ku di nava Ereban de stratejiyekê pêk bîne.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyê de diyar kir, ya ku niha li Sûdanê diqewime ezmûneke girînge.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Sûdanî hate gotin ku pêdiviya Komkara Erebî bi stratejiyekê ku têkilî û fikrên di navbera Ereban de nêzîkî hev bike, heye.

Sûdanî destnîşan kir ku divê Komkara Erebî krîzan di destpêka wê de têk bibe û nehêle derbasî xala bêveger bibe.

Her wiha Sûdanî anî ziman ku Iraqê di komkirina dewletên Ereban û pêşî-lêgirtina nakokiyên herêmî de roleke pêşeng leyîst û di nêzîkbûna nêrînên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de jî xebateke aram kir.

Dawiya daxuyaniyê, Sûdanî eşkere kir ku Iraq piştgiriya vegerandina Sûriyê li Komkara Erebî dike.

Ji bo Lûtkeya Erebî civînên amadekariyê dest pê kir

Back to top button