Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn a ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatî girtin, hat şermezarkirin.
Daxuyanî bi pêşengtiya Meclîsa Îştar hat dayîn û ji endamên Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz axivî.
Çîçek Cengîz bal kişand li ser îxaneta PDK’ê ya li himberî siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn û wiha got:
“Wek xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi taybet wek jinên wargehê, em îxaneta PDK’ê ya bi hevkariya dewleta Tirk re şermezar dikin.
Divê demildest PDK ya ku xizmetê ji AKP-MHP’ê re dike dev ji îxanetê berde..
Her wiha divê ev yek ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin.”
Di daxuyaniyê de bang li aktivîst, rêxistinên civaka sivîl, hunermend û hemû partiyan hate kirin ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikeve.
Her wiha li dijî kiryarên PDK’ê a ku xizmeta doza gelê Kurd nake, bibin xwedî helwest.