Parlamentera berê ya Efxan Mursel Nebîzade hat kuştin

Parlamentera berê ya Efxanistanê Mursel Nebîzade dema li mala xwe bi çekan êrişî wê hate kirin.
Di encamê de, Nebîzade hate kuştin.

Parlamentera Efxanistanê Mursel Nebîzade (32) beriya ku Talîban di sala 2021’an de li welêt deshilatdariyê bidest bixe, xebatên xwe didomandin.

Nebîzade, li mala xwe ya li Kabulê rastî êrişa çekdarî hat û hate qetilkirin.

Di êrişê de li gel Nebîzade, her wiha parastvanê wê jî hate kuştin.

Birayê Nebîzadeyê û parastvanê wê yê din jî birîndar bûn.

Tevî Talîban jî welatê xwe neterikand

Nebîzade, tevî ku Talîban deshilata welat xist destê xwe jî dest ji welatê xwe berneda.

Hîna nayê zanîn bê ka êriş çima hatiye kirin.

Berdevkê Midûriyeta Emniyetê ya Kabulê Xalid Zadran da zanîn ku derheqê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Nebîzade di sala 2018’an de li Kabulê weke parlamenter hatibû hilbijartin û heta beriya hatina serdema Talîbanê jî karê xwe dewam dikir.

‘Pêşengeke rasteqîn bû’

Ji parlamenterên berê Mariam Solaimankhil têkildarî Nebîzade axivî û wiha got:

“Ew pêşengeka rasteqîn bû.

Keseka bihêz bû ku ji bo tiştên jê bawer dengê xwe bilind dikir.”

Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann jî têkildarî mijarê wiha got:

“Xemgîn im, bihêrs im û dixwazim hemû dinya bi vê bizane.

Dibe ku ew di tariyê de hatibe kuştin lê Talîban pergala cihêkariya zayendî bi eşkereyî û li pêş çavan ava kir.”

Back to top button