Li Almanya xwepêşandên parastina xwezayê

Li gundê Lutzerath bi rojane hawirdorparêz ji bo parastinê di nava xwepêşandanan de ne.
Herî dawî polîsên Alman ragihandin ku wan navenda berxwedana hawirdorparêz û çalakgeran e, bi temamî valekirine.

Piştî ku gundê Lutzerathê yê Eyaleta Ren Vestalya ya Bakur (NRW) pêşkêşî şîrketa enerjiyê ya RWE hate kirin, bi rojan e di rojeva Almanyayê de ye.

Êrîşên polîsan ên hefteya bihurî li gundê ku bi sedan parêzgerên hawirdorê ji bo pêşî li komkujiya xwezayê bigirin kon vedan, ji roja Yekşemê ve gihişt asta dawî.

Polîsên Alman: Lutzerath bi tevahî hate valekirin

Piştî pevçûnên bi rojan di navbera polîs û hawirdorparêzan de, ku bendên li derdora kanê ji bo rêgirtina li derbasbûna alavên avahîsaziyê yên şîrketa enerjiyê hate rakirin, polîsên NRW ragihand ku gund bi temamî hatiye valakirin.

Polîsan diyar kir ku, di tunelên madenê de bi tenê çend çalakger xwe vedişêrin û gotin,

“Niha li Lutzerathê çalakger tune ne.”

Polîsa dan zanîn ku, hejmara çalakgerên di rojên dawî de hatine binçavkirin 154 e.

Her wiha hate diyarkirin ku 70 polîs birîndar û bêtirî 30 wesayîtên polîsan jî ji aliyê xwepêşandêran ve hatine rûxandin.

Partiya Kesk li pişt biryara Lutzerath e

Bi armanca şermezarkirina êrîşên polîsan û piştgiriya bo berxwedana hawirdorparêzan, roja Şemiyê li Lutzerathê bi beşdariya bêtirî 30 hezar kesî xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin.

Li vir jî di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûnên dijwar qewimîn.

Gundê Lutzerath ku bi biryara Eyaleta NRW ku Yekîtiya Demokratên Xiristiyan tevî Partiya Keskan bi rêve dibe, ji sala 2020’an ve ji bo xweza neyê tunekirin, ji aliyê hawirdorparêz û komên çepgir ve tê parastin.

Ji ber biryara ji bo Lutzerathê Partiya Kesk ku di heman demê de hevparê hikûmeta federal e, bû hedefa hawirdorparêzan.

Di hefteya derbasbûyî de li gelek bajaran hawirdorparêzan kevir avêtin buro û rêxistinên Partiya Kesk.

Back to top button