Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê destpê kirin di roja 19’e de berdewam dike.
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Baran Eman bi reka malbata xwe peyam şand.
Dilgirtiyê azadiyê Baran Eman bang li gelê kurd kir ku dengê wan bighînin cîhanê

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 19’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Dîlgirtiyên azadiyê Baran Eman ê di çalakiya greva birçîbûnê de ye bi rêka malbata xwe peyam şand.

Dîlgirtiyê azadiyê Baran Eman: Em neçarin ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin

Eman ê bi telefonê bi malbata xwe re axivî têkildarî çalakiya xwe ev tişt got:

“Em li dijî tecrîda li ser Serokatî bi daxwaza ‘Ji Serokatiyê re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ketin çalakiya greva birçîbûnê.

Ez jî weke kurdekî li ku bim bila bibim, di kîjan şert û mercan dê bên girtin bila werim girtin, ez neçarim ku berpirsyartiya xwe bi cih bînim.

Li dijî we gelê hêja ev berpirsyartiya min e.

Baran Eman: Dengê me ji hemû cîhanê re ragihînin

Baran Eman bi wan gotinan bang gelê kurd kir:

“Daxwaziya me ji we jî ew e ku hûn dengê me ji hemû cîhanê re ragihînin.

Derketina li dijî şer, qirkirin, asîmîlasyon û înkarê berpirsyartî û peywîra her mirovî ye.

Her roj bi balafiran bombe tên barandin, nirxên mirovahiyê ser û bin dibin.

Erdnîgariya me ya xweşik tê texrîbkirin û divê mirov li dijî van hemûyan bêdeng nemîne.”

“teqez tişteke ku herkes di vê pêvajoyê de bike heye”

Eman ê ji hemû beşên ku mafên mirovan diparêzin re banga “piştevaniyê” kir, wiha got:

“Teqez tişteke ku herkes di vê pêvajoyê de bike heye.

Her kes xwedî tiştekî ye ku tevkariyê li pêvajoyê bike.

Yekane kesê ku dikare şer, qirkirin, asîmîlasyon û înkarê bisekinîne; Rêber Abdullah Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê tê ragirtin e.”

Back to top button