Şêniyên bajarokê Kifrî yê Germiyanê li dijî qedexeya derketina derve rabûn ser piyan.
Şênî, duh danê şevê li dijî nebûna kar û xizmetguzariyan li taxa Embegiye kom bûn û ber bi navenda bajarok ve meşiyan.
Xwepêşanderekî diyar kir ku Asayîşê êrîşî çalakvanan kir û 5 ji wan binçav kirin.
Li gorî agahiyan, heta niha xwepêşandan li nava kolanan dewam e û çalakvan daxwaza berdana girtiyan dikin.
hêzên asayîşê êrişê xwepêşandanê kirin û xwepêşandan berdewam e.
Berî vê 2 rojan şêniyên li navçeya Ranya, Germiyan û bajarê Silêmaniyê li dijî qedexeya derketina derve û rewşa zehmet a aboriyê daketin qadan. Lê hêzên ewlekariya van herêman, bi şêwazeke tudn çalakiyan asteng kirin.