Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê Îsal di 1’ê Mijdarê de li dar dikeve.
Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê dibêje:
Me îsal temaya mîhrîcanê wek ‘Melayê Cizîrî’ diyar kiriye.
Di pêşbirkê de tenê helbest wê bên qebûlkirin.
Dîwana Wêjeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina 7’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê dikin.
Komîteya amadekar a mîhrîcanê şert û mercên beşdarbûna pêşbirka mîhrîcanê ragihandin.
Mîhrîcan li ser asta Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê.
Her beşdarek dikare bi berhemekê beşdar bibe..
Temenê beşdaran divê ne kêmî 18’an be û berhem bi zimanên kurdî, erebî û suryanî bin.
Divê berhem li tu deran nehatibin weşandin.
Heta 1’ê Îlona 2023’yan dê berhem bên qebûlkirin.
Têkildarî mijarê berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê axivî û got:
“Me îsal temaya mîhrîcanê wek ‘Melayê Cizîrî’ diyar kiriye .
Di pêşbirkê de netenê yek helbest, wek berhem pirtûka helbestê wê bên qebûlkirin.”