Duyemîn hefteya wêjeyî ya Melayê Cizîrî bidawî bû

Hefteya Wêjeyî ya ku ji 6 rojan ve li Kobanê dest pê kiribû bi nîqaşkirina mijarên wêjeyî yên cûrbecûr bi dawî bû.

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2’yemîn dewreya Hefteya Wêjeyî – Sala Melayê Cizîrî di 29’ê Nîsanê de li Zanîngeha Kobanê destpê kiribû.

Doh kesayetên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cizîrê, Minbic, Kobanê û Reqayê beşdar bûn.

Di 6 rojên Hefteya Wêjeyî de nasname û felsefeya Melayê Cizîrî, nasnameya Kurdî di berhemên wî de, romana Kurdî û pêşketin û modernîteyê û rexnegiriya wêjeyî û rola wê di pêşxistina wêjeyê de, hatin nîqaşkirin.

Her wiha çîrok û helbestên bi zimanên Kurdî û Erebî jî hatin xwendin.

Di roja dawîn de jî beşdaran di paneleke diyalogê de ku ji aliyê helbestvanan Hisên Mihemed Elî, Selah Muslim, Şadî Îsmaîl û rêvebera Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê rola rexnegiriyê di pêşxistina wêjeyê de nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan Dîwana Wêjeyê spasiya hemû beşdaran kir û Hefteya Wêjeyê bi dawî kir.

Back to top button