Konfirana damezrîner a Yekitiya Werzîşê bi dawî bû

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa damezrîner a Yekitiya Werzîşê bi dawî kir.
24 endamên Meclisa Giştî ya Yekitiya Werzîşê hatin hilbijartin.

Bi dehan werzîşvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekitî û komîteyên werzîşê beşdar bûn..

Cîgira Hevseroka Meclisa Rêveber Emîne Osê li vir axivî..

Emîne Osê destnîşan kir ku ciwan roleke sereke di avakirina vê rêveberiyê de dilîzin.

Ji ber wê jî divê piştgirî ji wan re bê dayîn.

Her wiha, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîdya Yûsif jî got:

“Ev konferans destkeftiyeke şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye..

Em vê serkeftinê jî diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin.”

Piştre, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê werzîşê ve hatin xwendin.

Piştre sînevîzyoneke li ser xebatên yekitiyên werzîşê hat pêşandan.

Di konferansê de rêzikname hat erêkirin..

24 endamên Meclisa Giştî ya Yekitiya Werzîşê hatin hilbijartin.

Back to top button