Wezîrê derve yê Tirkiyê û serokê CHP’ê dê li hev bicivin”

Deshilatdariya AKP’ê ji bo destwerdaneke leşkerî ya li Lîbyayê ketiye nava tevgerê.
Wezîrê Derve yê dewleta tirk Çavuşoglu ji bo razîkirina muxalefetê ya şandina leşkera ji bo Lîbya wê bi Serokê CHP’ê re bicive.
Ji civaka Ereb û welatên cîranê Lîbya jî hemberî şandina leşkerên tirk bertek zêde dibin.

Hikumeta Wîfaq ya Lîbya ku bi dewleta tirk re peyman mohr kiribû di bin êrîşên dijwar yên artêşa Netewî ya Lîbya de maye.

Hikumeta Wîfaq jî daxwaza piştevaniya tirkiyê kir.

Li ser vê yekê deshilata dewleta tirk a dagirker ketiye nava tevgerê.

Mixalefeta tirkiyê jî şandina leşkeran red dike.

Ji bo razîkirina Muxalefetê Wezîrê Derve yê dewleta tirk Mevlut Çavuşoglu daxwaza hevdîtinê li serokê CHP’ê Kemal Kilçidaroglu kir.

Kiliçdaroglu tevî hevdîtin erê kir jî lê diyar kir ku helwesta partiya wan di vê mijarê de diyare.

Hevdîtin wê sibe were lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, duh jî serokê MHP’ê Devlet Bahçeli teqez kir ku partiya wî dê li ser pêşnûmeya şandina leşkeran ji bo Lîbyayê erê bike.

Tê payîn, parlamana Tirkiyê, di 2yê Çileyê li ser vê pêşnûmeyê îmze bike.

Hevbendiya rojnamevan û hiqûqnasên Afrîka:
Erdogan bi rêya çeteyên xwe, daramiya Afrîkayê têk dibe

Di vê çarçoveyê de jî, hevbendiya rojnamevan û hiqûqnasên Afrîkayê destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê şermezar kir û teqez kir ku Erdogan dixwaze komên terorîst ava bike da aramiya giştî Afrîka têk bibe û ev tişt nema veşartî ye.

Hevbendiyê hişyar kir ku dewleta Tirk wê ti leşkerên xwe neşîne, tenê wê pisporên leşkerî û serbazan bişîne Lîbyayê da çeteyan bi rê ve bibin.

Serokwezîrê Îtalya Conte: Em li dijî çûyîna leşkerên Tirk a Libyayê ne

Li aliyekî din jî Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte jî di civîna nirxandina salê de bersiva pirsên rojnamevanan ya derbarê şandina leşkerên tirkiyê ji bo Lîbyayê axivî.

Conte diyar kir ku ew li dijî şandina dewleta tirk a leşkeran ji bo Lîbyayê ne û anî ziman ku dibe ev yek şereke mezin li herêmê bi xwere bêne.

Conte got:

Divê Erdogan şandina leşkera ya ji bo Lîbya baş bifikire.

Leave a Reply

Back to top button