Çalakiya greva birçîbûnê di roja 23’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê destpê kirin di roja 23’e de berdewam dike.
6 jinên girtî yên di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, ji rêxistinên civakî yên sivîl re nameya ku şandin de destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nebînin û banga rolek aktîv bilêyzin kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 27’ê mijdarê despêkir.

Çalakiya girtiyên siyasî ku 106 girtîgehan pêk tê di roja 23’an de bi biryardarî didome.

6 jinên girtî yên di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, ji rêxistinên civakî yên sivîl re name şandin.

Jinan di nameya xwe de destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nebînin û banga rolek aktîf bilêyzin kirin.

“Ne tenê birêz Ocalan di tecrîdê de ye welat jî di bin tecrîdê de ye”

Di nameya dîlgirtiyên azadiyê de ev yek hatiye nivîsîn:

“Weke hûn jî dizanin Gelê Kurd têkoşîneke bê hempa dimeşîne û bi salan e em berdêlên çareseriya mafên xwe yên wekhevî û azadiyê didin. Polîtîkayên çaresernekirina pirsgirêka kurd ku îro çavkaniya hemû pirsgirêkên li hundir û derve yên Tirkiyeyê ye welat ber bi karesateke cidî ya civakî, siyasî, aborî û ekolojîk ve biriye.

Girtiyan da zanîn tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin êdî li hemû welat û civakê belav bûye û wiha gotin:

Ne bi tenê Birêz Ocalan di bin vê tecrîda mûtleq de ye, her wiha demokrasî, aştî û hiqûqa vî welatî jî di bin tecrîdê de ye.

“Em hêvî dikin ku rexistinê civakî bi berpirsyartiyên xwe tevlî pêvajoyê bibin”

Girtiyan herî dawî di peyama xwe de ev bang kirin:

“Em hêvî dikin ku hûn jî weke rêxistinên civakî yên sivîl bi hemû erk û berpirsyariyên xwe beşdarî vê pêvajoya dîrokî bibin û di çareseriya pirsgirêka kurd de bi awayekî aktîf cih bigirin. Bi vê minasebetê em we silav dikin û di hemû xebatên we de di pêvajoya nû ya dijwar de serkeftinê dixwazin.”

Ceylan Akça Cupolo: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, têkildarî pêvajoyê nirxandin kir.

Ceylan diyar kir ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan gelek pirsgirêkan jî bi xwe re tîne û wiha got:

Ev tecrîda 33 meh in li Îmraliyê tê kirin, gelek tiştî rave dike.

Wekî mîna, siyaseta şer a kûr dibe… Tirkiye hiqûqê li gor xwe bi kar tîne.

Ceylan got, Çareserî Birêz Abdullah Ocalan e.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehan de jî ji bo tecrîd bi dawî bibe, pêşî li diyalogê vebe, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk, ji bo çareseriyek aştiyane ketin greva birçîbûnê.”

Em dixwazin gel bi awayekî çalak tevlî siyaseta demokratîk bibe.

Em bang li her kesî dikin ku bibin perçeyek ji vê nobetê û dengê hevalên li girtîgehê bidin bihîstin.

“Saziyên erkdar ji bo dawî li Greva Birçîbûnê bê anîn, tu gav neavêtine”

Back to top button