Li gundê Tirindê ya Efrînê çeteyan zarokek 15 salî birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hovîtiya xwe ya li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Di encama şerê di navbera çeteyan de Li gundê Tirindê ya Efrînê zarokek birîndar bû. Li Efrînê jî çeteyan jina 20 salî û malbata wê revandin.

Li Efrîna dagirkirî, rojane şênî rastî kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên.

Li gundê Tirindê ya Efrînê, ji ber parvenekirina malên Efrîniyan di navbera çeteyan de şer derket.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di encama şer de çeteyan zarokê bi navê Fewaz Ehmed (15) birîndar kir.

Çavkaniyan da zanîn ku zarok rakirin nexweşxaneyeke Tirkiyê û jiyana wî di xeteriyê de ye.

Li Efrînê çeteyan jina 20 salî û malbata wê revandin

Li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê jî, çeteyan jina bi navê Ceylan Cemal (20) ya ji gundê Dargirê ya navçeya Mabeta û malbata wê revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan Ceylan, Hevjînê wê û du zarokên wê revandin.

Di vê çarçoveyê de li Efrînê her roj, navên kesên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandine, eşkere dibin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di 6’ê Îlona 2018’an de li gundê Dargirê ya Mabeta çeteyan 7 kes ji malbata Hecî Mistefa revandin.

Navên wan jî wiha ne:

EbdilEzîz Hecî Mistefa (50)

Hevjina wî Rûşan Emûne(35)

Mihemed Emîn Hecî Mistefa (21)

Lewend Hecî Mistefa (13)

Mihemed Nur Hecî Mistefa(53)

Diyar Hecî Mistefa (22)

Şiyar Hecî Mistefa(20).

Rêxistinê destnîşan kir ku 28’ê Gulana derbasbûyî, di encama şerê navbera çeteyan de dîmenek di girtîgeheke çeteyan a li Efrînê de hate belavkirin.

Di dîmen de 11 jinên revandî, ji wan jina bi navê Rûşan Emûne, hatin xuyakirin.

Back to top button