Neoklîs Sylîkîotîs: Divê felsefeya Ocalan li Qibrisê bê belavkirin

Wekîlê Qibrisê yê Parlamenta Ewropayê Neoklîs Sylîkîotîs diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo Qibrisê mînakeke dîrokî ye û bûye çavkaniyeke sûdwergirtinê û wiha got:
“Divê li Qibrisê Pirtûkên Abdullah Ocalan hîn bêhtir hebin. Gelekî girîng e ku gelê Qibrisê felsefeya Ocalan nas bikin.”

Endamê Parlamenta Ewropayê yê Qibrisê Neoklîs Sylîkîotîs têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo axivî.

Neoklîs Sylîkîotîs anî ziman ku di salên 1980’î de dema li Almanyayê bû, Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK’ê nas kiriye û wiha got:

“Birêz Abdullah Ocalan ji ber helweesteke hikumeta Yewnan ku dikarim bibêjim ne ya qebûlkirinê ye, hate girtin.

Em ji wê demê ve helwesta hikumeta Yewnan rexne dikin.

Her sal me çalakî ji bo Kurdistanê lidar dixist.

Em ti carî qebûl nakin ku tevgerên rizgariyê weke terorîst bêne pênasekirin.

Tirkiye her kesên ji bo azadiya gel têdikoşe bi hêsanî bi terorîzmê sûcdar dike.

Abdullah Ocalan di hucreya yek kesî de tê hiştin ku cihê vê yekê di sîstema dadgeriyê ya Tirkiye û Ewropayê de nîne.

Ev sê sal in Abdullah Ocalan nikare parêzer û xizmên xwe bibîne.

Hûn nikarin mirovekî di vê astê de tecrîd bikin. Ev yek rêbazeke êşkenceyê ye.”

“Şoreşa Rojava ji bo Qibrisê jî mînakeke dîrokî ye”

Neoklîs Sylîkîotîs da zanîn ku çiqasî zextê bikin jî wê ti alî nikaribe li pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bibe asteng û wiha domand:

“Di çalakiyên li Parlamenta Ewropayê de em piştgiriyeke xurt didin Rojava.

Bi saya çalakiyên PKK’ê pênaseyên demokratîk, kolektîf û ekolojiyê hatin afirandin.

Şoreşa Rojava ji bo Qibrisê jî mînakeke dîrokî ye û çavkaniyeke sûdwergirtinê ye.

Li Rojava, Kurd û Ereb di nava civakeke demokratîk de bi rengekî wekhev dijîn, ev paradîgma nîşan dide ku Rûmên Qibrisî jî dikarin bi rengekî demokratîk bi gelên din re bijîn.

“Divê li Qibrisê pirtûkên Abdullah Ocalan hîn bêhtir hebin”

Bi girtin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan re texmîn dikirin ku wê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bibe.

Di nava vê dîlgirtinê de şoreşeke nû hate afirandin.

Divê li Qibrisê Pirtûkên Abdullah Ocalan hîn bêhtir hebin.

Gelekî girîng e ku fikir, felsefe û îdeolojiya Abdullah Ocalan li nava gelê Qibrisê belav bibe.”

Jurgan Klûte: Tecrîd deveyî hiqûqa navneteweyî ye

Endamê Koma Çep a Ewropayê û endamê berê yê Parlamenta Ewropayê (Yûrgin Kilût) Jurgen Klûte jî tecrîda li ser Rêber APO wekî derveyî hiqûqa navneteweyî pênasekir û got:

“Mafekî herî asgarî ye ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ez difikirim ku şert û mercên ku Ocalan di nav de, nayê qebûlkirin. Gelekî eşkere ye ku ev rewş li derveyî pîvanên navneteweyî ye.”

“Azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e”

Klûte anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan wê bibe bingehek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got:

“Azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng e. Ocalan bi hewildanên xwe diyar kir ku ew alîgirê çareseriya siyasî ye.”

Nivîskarên Misrî: Abdullah Ocalan sembola têkoşîna mafên mirovan e

Back to top button