Li Tirbespiyê şehîd ‘Cemîl Tirbespiyê’ hate oxirkirin

​​​​​​Îro bi merasîmekê endamê QSD’ê Cemîl Cuma El-şêx Hindî ku ji ber nexweşiyekê şehîd bû, hate oxirkirin. Malbata şehîd got: Me 4 şehîd dane û em hê jî, amade ne ku şehîdan bidin.

Bi sedam şêniyê Tirbespiyê beşdarî merasîma oxirkirina Şehîd Cemîl bûn.

Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê hate lidarxistin.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan axivî û diyar kir ku ew ê xaka xwe û gel ji hemû êrişan biparêzin.

Hevrêyê şehîd Cemîl, Şivan Dêrik jî bal kişand ser israra şehîd Cemîl a rakirina çekê û parastina gel, tevî nexweşiya wî jî û wiha anî ziman:

“Şehîd Cemîl ji wan lehengan e ku li dijî êrişên li ser herêmê, sekinî.”

Her wiha kurê şehîd Cemîl, Ehmed Cemîl jî ev yek got: “Me 4 şehîd dan û di oxira azadî û rûmeta gelê herêmê de em amade ne, hîn jî şehîdan bidin.”

Dawiyê, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button