Konferansa “Em Cîhana Xwe Şûn de Dixwazin” didome

Bi dirûşma ‘Li dijî Modernîteya Kapîtalîst’ Konferansa “Em Cîhana Xwe Şûn de Dixwazin” bi mijarên ‘Eko-sîstem’ û ‘Têkoşîna li hemberî Qirkirina Civakî’ li bajarê Hambûrgê tên lidarxistin. Konferansa di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Di panelan de hate diyarkirin fikrên Abdullah Ocalan ji bo xweza û mirovahiyê dikare rizgariyê bîne, derket pêş.

Konferansa 4. a “Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst” li Bajarê Hambûrgê îro di roja xwe a duyemîn de berdewam kir.

Di konferansê de mijara ‘Ekosîstem’ û ‘Têkoşîna li dijî qirkirina civakî’ hatin nîqaşkirin.

Li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Xwendekarê Doktoriyê ya Zanîngeha Hambûrgê Necmettîn Turk axivî.

Necmettîn da zanîn ku dewleta Tirk bi dehan salin di bin navê pîşesazî û pêşketina Kurdistanê de xwezayê qir dike.

Li aliyê din Ekolojîst û Aktîvîsta Mafên Mirovan Dawîde Grasso derbarê xebatên xwe yên bi Rêveberiya Xweser a Rojava re têkildarî kirîza av-hewayê de agahî da.

‘Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşan dide’

Grasso diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li dijî tinekirina pergala kapîtalîst dikare ji bo xwezayê bibe rêya rizgariyê.

Grasoo anî ziman ku rêya felsefî û rewşenbîrî ya ku Abdullah Ocalan pêş xistiye, dikare bibe alternatîfa modernîteya kapîtalîst.

Fathî: Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî Rejîma Îranê hemû beşên civakê kir yek

Berdevka KJAR’ê ya Ewropayê Maryam Fathî jî diyar kir ku jinên Rojhilat û Îranê hîna germbûna şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dijîn û got:

Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî sîstema Îranê hemû beşên civakê kir yek.”

“Abdullah Ocalan li dijî dewletê, piştevaniya civakî pêşniyar dike”

Piştre Civaknas Nazan Ustundag bal kişand ser erdheja mezin a ku navenda wê Mereş e û got:

“Dewlet ji ber ku ji çanda piştevaniyê ditirse, mirovên dilxwazên alîkariyê jî asteng kir.

Abdullah Ocalan li dijî saziyên dewletê, civakbûyînê esas digire.

Prof. Gîlls: çareya rizgarbûna ji vê sîstemê, abdullah ocalan e

Profesorê Pêşketina Gerdûnî ya Zanîngeha Hambûrgê Barry Gîlls jî diyar kir ku niha demê herî xerab a di dîroka mirovahiyê de tê jiyîn û ev tişt anî ziman:

“Çareya rizgarbûna ji vê sîstemê Abdullah Ocalan e.

Piştre aktîvîsta Defend Kurdistanê ya Îtalî Veronîca Maîo jî axivî û diyar kir ku divê li ser esasê fikirên Abdullah Ocalan li dijî kapîtalîzmê têkoşîn were kirin.

Aktîvîstê Hollandayî Davîd Neûrdenbûrg jî diyar kir ku li Rojava piştî şoreşê, Muzeya Arkeolojiyê ya taybet hat avakirin.

Back to top button