Hikumeta Efxanistanê 400 girtiyên din ên Talîbanê berdan

Ji bo aştiyê, hikûmeta Efxanistanê 400 girtiyên din ên Tevgera Talîbanê berdan.

Bi hezaran endamên Meclisa Mezin a welêt, li hev kom bûn û biryara serbestberdana 400 girtiyên din ên Tevgera Talîban erê kir.

Ji bo vê biryarê jî, 3 rojan nîqaş hati kirin.

Ji bo derbaskirina astengiyên li pêşberî danûstandinên aştiyê, hikumeta Efxanistanî bi hezaran girtiyên Talîbanê serbest berdane.

Li gorî nûnerê danûstandinên aştiyê yê hikumeta Efxanistanê Ebdullah Ebdullah, ew ê di demên pêş de dest bi danûstandinan bi Talîbanê re bikin.

Back to top button