Şerê Îsraîl û Hamasê: Xeza bê navber tê bombebarankirin

Di roja 10’an a şerê Îsraîl û Hamasê de jî bombebarana li dijî bajarê Xezayê kêm nebû.
Li aliyê din avêtina moşekan ber bi herêmên Îsraîlê ve jî dewam dikin.
Li gorî daneyên dawî yên Filîstînê, hejmara kesên heta niha ji ber êrişan hatine kuştin ji 2 hezar û 800 derbas bû.
Her wiha bêtirî 12 hezar jî birîndar in.
Tê gotin, aqûbeta derdora hezar kesên di binê xirbeyan de asê mane jî hê ne diyar e.

7’ê Cotmehê, piştî kuştina derdora hezar û 400 Îsraîlî ji aliyê çekdarên Hamasê ve, li dijî bajarê Xezayê tevgereke mezin destpêkir.

Hema bêjin rojane bi sedan bombe bi ser bajêr de têne barandin.

Tevgera Hamasê jî ji nava bajêr moşekan davêje herêm û wargehên Îsraîlê.

Filîstîn: Hejmara kuştiyên li Xezayê nêzî 3 hezaran dibe

Herî dawî wezareta tendirûstiyê ya navendê wê li Xezayê ye ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê, heta niha 2800 kes hatine kuştin.

Bêtirî 12 hezar jî birîndar bûne.

Rayedarên Filîstînî wekî din dibêjin, ji ber êrişan bi senda avahî hilweşiyan û aqûbeta hezar kesên di bin xirbeyan de asê mane ne diyar e.

Di nava van şertên giran de, hewldanên vekirina Deriyê Refeh ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî hê jî bi encam nebûne.

Lewma tê gotin, li piraniya nexweşxaneyên Xezayê derman ber bi qedandinê ve diçe.

Rewşa li sînorê Lubnan û Îsraîlê aloz e

Di wextekî de ku Îsraîl xwe ji bo êrişeke bejahî ya mezin amade dike, rewşa li ser sînorê Başûrê Lubnan û herêmên Îsraîlê aloz e.

Bi gotina artêşa Îsraîlê, koma ku ji “4 terorîstan” pêk dihat dema xwest sînor derbas bibe bû armanca lêdana wan.

Di encamê de herçar çekdar hatin kuştin.

Beriya niha Îsraîl û Amerîka bi tûndî Hîzbullaha Lubnan hişyar kiribûn ku nebe alîyeke şerê li dijî Hamasê.

Hîzbullahê jî bersiva vê yekê da û got; di her kêliya pêwîst de ew amade ne şerê Îsraîlê bikin.

Biden û Scholz bo piştevaniyê serdana Îsraîl dikin

Back to top button