Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên besivdayînê tên lidarxistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare, Cerablûs û Efrînê li hêzên dagirker xistin.
HRE diyar kir di çalakiyan de, yek jê serçete, 7 çete hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bakur û rojhilatê sûriyê çalakiyên bersivdayînê bê navber dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêze çalakî lidarxistin û derbên giran li dagirkeran dan.
Hêzên Rizgarkirina Efrînê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
“Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me bê navber devam dikin û di êrişan de gelê me tê hedefkirin. Li hember van êrişên qirkirin û îmhayê çalakiyên me yên bersivdayînê dewam dikin.”
Derbarê çalakiyan de ev agahî hate parve kirin:
HRE: Di çalakiyan de 7 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
“Hêzên me roja 16’ê Cotmehê di navbera gundên Birc Heyder û Kefer Nebo yên ser bi Efrîna dagirkirî de li komeke çeteyan xist.
Di çalakiya destpêkê de 2 çete hatin kuştin, piştî çete li cihê çalakiyê kombûn careke din hêzên me li wan xistin.
Di çalakiya duyemîn de 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn, 4 motorsîklet hatin rûxandin.
Li xeta Mareyê jî di encama 2 çalakiyên sekvanî de 2 çeteyên dagirker birîndar bûn.”
Dîsa 16’ê Cotmehê li Cerablusê endamê MÎT’a Tirk û serçeteyê koma Sultan Murad hat hedefgirtin.
Di çalakiyê de ev serçete hat kuştin, çeteyek jî bi giranî birîndar bû û erebeya wan hat rûxandin.
Di encama van çalakiyan de, yek jê serçete, bi giştî 7 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.”