Li Metîna û Xakûrkê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê berxwedana gerîla didome.
Di çalakiyên li Metîna û Xakurkê 5 dagirkerên din hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên gerîlayan 16’ê mehê li herêma Zap, Metîna û Xakurkê li arteşa Tirk a dagirker dan.

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ên bi taktîkên cuda û serkefti de bi giştî 5 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Di heman demê de çeperek hate îmhakirin, 3 çeper jî hatin derbkirin.

Her wiha HPG’ê da zanîn li Girê Cûdî droneke bombebarkirî jî li hewayê ji aliyê gerîlayan ve hatiye îmhakirin.

Derbarê êrişên arteşa dewleta Tirk a dagirker de jî HPG agahî dan û got:

14 û 15’ê Cotmehê herêma Metîna, Xakurkê û herêma Zap û Rojavayê wê bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û topan hatin bombekirin.

HPG: Li herêma Serhedê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Back to top button