Kujerên Kurdan çawa dikarin bibin xwediyê doza Filîstînê?

Dagirkirina xaka welatan,
Talankirina mal û milkê miletan..
Derbederkirina mirovan û bicihkirina biyaniyan li şûna wan.
Ev hemû karên dij mirovan e û dewleta Tirk bi dehê salan vê siyaseta qirkirina li hemberî gelê Kurd bikar tîne.
Wezîrê vê dewletê Hakan Fîdan jî behsa van kirinên dijmirovahiyê kir lê mîna ku wan bi xwe ev tişt bi ser Kurdan de neanîne, xwe weke pîr û pak nîşan da.

Li kîjan devera cîhanê şereke derkeve an jî karesete bi serê mirovan de were, beriya herkesî aliyê ku xwe weke parêzvanê mirovan û piştevanê aştî û aramiyê nîşan dide, dewleta Tirkiyê ye.

Ji şefê rêjîmê Erdogan bigrin heta wezîrên wî , hemû aliyên ku ji binpêkirina mafê mirovan berpirsiyar, niha hewl didin di bin navê parastina gelê Filîsînê de xwe pîr û pak nîşan bidin.

Di rojên pêşî yên şerê Îsraîl û Hamasê de, Erdogan rabû û got, wêrankirina çavkaniyên jiyanî li dijî mafê mirovan e.

Erdogan dema ev gotin dikirin, ferman dide artêşa xwe da ku binesazî û çavkaniya bi mîlyonan kesî li Rojavayê Kurdistanê wêran bike.

Paşê hevalbendê Erdogan, HUDA-PAR ku salê 90 li Kurdistanê mohra xwe li komkujiyên herî hovane da, xwe mîna xwediyê Filîstîn û Qudusê nîşan da.

Serokwezîrê Erdogan ê berê Ahmet Davutoglu di bin navê parastina Îsraîlê xwedî li komkujiyên Hamasê derket.

Hakan Fîdan tam li rastiya dewleta xwe mukir hat

Herî dawî jî şefê berê yê MÎT’ê û Wezîrê niha ê Karê Derve Hakan Fîdan axivî.

Belkî ne di wê ferqê de be, lê Fîdan di her gotineke xwe de behsa rastiya dewleta Tirk û siyasetên wê yên qirkirin kir.

Wezîrê Tirk li Libnanê bi van gotinan li rastiya dewleta xwe û kirinên wê yên li dijî gelê Kurd kir:
https://www.youtube.com/watch?v=0xukyAxqp1Q logo dikkat

Hûnê xaka mirovan dagir bikin,

Bi darê zorê dest deynin ser mal û milkên wan û paşê navê wargehan lê vê yekê bikin.

Ya hun dikin dizî bixwe ye.

Hakan Fîdan behsa van rastiyan dike, lê ji bîr kir ku ê xaka Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye dewleta wî ye.

Ji bîr kir ê ku bi sed hezaran kes derbeder kiriye Tirkiyê ye.

Û jibîr kir ku ê li şûna xwediyê resen ê xaka vana bajaran, bi deh hezaran biyarnî li şûna wan bicih kir û wargehên dagirkeriyê ji bo wan ava dike, dîsa Tirkiyê ye.

Kurt û kurmancî, li gorî rastiyên ku Hakan Fîdan behsa wan dike, wê demê dewleta Tirk diz e.

Back to top button