Îran: Piştî Amarîka peymana Nûkleerî îmze kir em ê şertên peymanê despê bikin

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir ku ger Amerîka li bernameya nûkleerî vegere ew dikarin di nava saetekê de şert û mercên peymanê bicih bînin.

Hesen Ruhanî li paytext Tehranê ji rojnamevanên navxweyî û biyanî re daxuyaniyek çapemeniyê da.

Ruhanî diyar kir ku Amerîka di şerê aborî yê li dijî wan dayî meşandin de biser neketiye û wiha got:

Tevahî cîhan zextan li DYA dikin da ku li peymana nûkleerî vegere.

Hikumeta Îranê ji bo ev peyman ji kokê ve têk neçe her tişt kir.

Armanca Trump jî tunekirina vê peymanê bû.

Serokomarê Îranê li wê yekê mikur hat ku şert bi awayekî serkeftî nehatin pêkanîn û di heman demê de ev peyman bi dîrokî binav kir.

Hesen Ruhanî anî ziman ku dema Amerîka li bin peymanê careke din îmze kir ewê piştî saetekê dest bi pêkanîna şertên peymanê bikin.

Ruhanî li ser guherîna bernameya moşekan jî anî ziman ku ev mijar bi ti awayî ji nîqaşan re ne vekiriye.

Back to top button