44 girtiyên Ermenî û 12 girtiyên Azerî bi hev hatin guhertin

Piştî rawestandina şerê li herêma Qerebax a çiyayî di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de, aliyan yekemîn car girtiyên şer pevguhertin.

Wezareta Parastina Rûsiya ragihand ku 12 girtiyên Azerbecan û 44 girtiyên Ermeniyan pev hatine guhertin.

Pevguhertina girtiyan di bin çavdêriya hêzên Rûsya yên li herêmê de pêk hatiye.

Rêveberên Azerbeycanê diyar kirin ku piştî pevguhertinê, leşkerên wan doh bi balefirê gihiştine xaka welat.

Alîkarê serokwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avinyan jî di daxuyaniya doh bişev dayî de dazanîn ku 44 girtiyên Ermenî ji aliyê Azerbeycanê ve radestî wan hatiye kirin.

Têkildarî jimara giştî ya girtiyên herdû welatan ti agahiyek zelal ne hate parvekirin.

Şerê navbera Ermenî û Azeriyan de 27’ê Îlonê despê kiribû.

Piştî şerê 44 rojan 10’ê Mijdarê navbera aliyan de bi navbeynkariya Rûsya peymanek hatibû îmzekirin.

Lê di dawiya hefteyê de careke din navbera aliyan de şer rûda.

Vê yekê careke din pirsa gelo şer wê careke din despê bike bi xwere anî.

Hêrsa Ermeniyan a li dijî Serokwezî Nikols Paşînyan jî qet kêm nabe..

Careke din bi hezaran kes li paytext Êrîvanê meşiyan.

Back to top button