Piştî erdheja Îshîkawayê bi pileya 7.6 çêbû, civaka Kurd a li Japonyayê li bajarê Suzu kon danî û xwarina germ dan mexdûrên erdhejê.
Kurdan, digel şert û mercên giran ên zivistanê qederê 3 rojan xwarin dan 10 hezar kesî.
Welatparêzên Kurd ji ber ku piştgirî dan mexdûrên erdhejê bextewar in û bi bîr xistin ku Japonan jî par dema erdheja ku li Kurdistanê pêk hat alîkariyên mezin kiribûn.
Medya û gelê Japon, bi vê xebata piştgiriyê ya Kurdan kêfxweş bûn.
Berpirsê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Ayaz Çikar diyar kir ku ew ji ber alîkariyên ku pêşkêşî herêmê kirine kêfxweş in
Ayaz Çikar destnîşan kir ku dê di pêşerojê de beşdarî xebatên piştgiriya aborî û rakirina kavilan bibin.
Xebatên piştgiriyê yên li welêt ji aliyê Nûnertiya Heyva Sor a Kurdistanê ya Japonya û Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve tê birêxistinkirin.