Sumaya Hîjrat: Vexwendina talîban li jinan heqerete

Di hefteya ewil a Gulanê de li paytexta Doha ya Katarê civînek pêk hat.
Wek nûneriya Afganîstanê Talîban ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû vexwendin.
Jinan û gelê Afgan bertek nîşanê vê dan û wiha gotibûn:
“Naskirina Talîban naskirina terorê ye.

Aktîvîsta civakî Sumaya Hîjrat a di parastina Perwerdehiya Jinan de cih digire derbarê helwesta NY û polîtikayên Taliban de axivî.

Sumaya balkişand ser vexwendina Talîban a ji aliyê NY’ê ya ji bo zîrveya Dohayê û got:

“Em jinên Afgan ku di bin şertên giran de dijîn û têdikoşin, matmayî ne û gelek xemgîn in.

Bi vê helwestê mafê jinan tune hatine hesibandin. Em vê biryara NY’ê qet adîlane nabînin.

Talîbana ku tevli zîrveya Doha bûye gelê Afgan temsîl nake.

Ji ber jinên ku mafên wan ji dest hatine girtin vê temsiliyetê qebûl nakin.

Heger ev sînorkirinên Talîban bidomin wê karaseta mirovahî pêk bê.”

Back to top button