Rûspî û serokeşîrên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Her wiha piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da.
Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîs, endamên saziyên sivîl û serokeşîrên navçeyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra Xewatne Necim El Salih ve hat xwendin.
Daxuyaniyê derxistina fîtneyê di navbera eşîran û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de şermezar kirin û got:
Komên terorîst ên ku li Dêrazorê li dijî QSD’ê şer dikir dixwazin projeya neteweya demokratîk, têk bibin.
El Salih bang li hemû pêkhateyan kir ku hevgirtî bin û destekê bidin QSD’ê, guh nedin fîtne.